TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanyayê wezîr jî di nav de 6 kesayetên Sûriyê xist lîsteya res a dorpêçan

Admin H
Nivîskar
📅 16 adar 2021 01:01

PeyamaKurd – Hikûmeta Brîtanyayê Wezîrê Derve yê rejîma Sûriyê Feysel Mîqdad jî di nav de, li ser 6 kesayetên nêzîkî rejîma Beşar Esed xistin lîsteya reş a dorpêçan.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab, ragihand ku rejîma Esed xelkê xwe yê daxwaza reformên aştiyaneke kirine 10 sal in rûbirûyî hovîtîyê hiştiye.l

Li gorî lîsteya ku Raab eşkere kiriye şêwirmendê Beşar Esed Luna eş-Şibl, karsaz Yasir Îbrahim, karsaz Muhammed Bara el-Katircî, fermandarên rejîmê Malik Alya û Zaid Salah hene.

Polîsê Brîtanyayê jî doh 14ê Adarê derbarê hevjîna Beşar Esed de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Parve bike: