TR KU SO
FB X
Cîhan

British American Tobacco dê 635 milyon dolar ceza bide

Admin M
Nivîskar
📅 26 nîsan 2023 04:09

PeyamaKurd – British American Tobacco (BAT) ku navenda wê Îngîltere ye, ji ber qebûl kiriye dorpêçên Amerîkayê yên ser Kore ya Bakûr îhlal kiriye û berhemên titûnê firotiye Kore, wê 635 milyon 241 hezar û 338 dolar ceza bide.

BAT bi wezareta dadê û xezîneyê beşa OFAC ê ya Amerîka re li hev kiriye. Şîrketa BAT ê ragihandiye ku ji sala 2017an heya niha temamê bazirganiya xwe bi Kora Bakûr re betal kiriye.

Wezareta dadê ya Amerîkayê ragihandiye ku BAT û BAT Marketing Singapore hevparê hevin û bi sedema îhlala dorpêçan û sextekariya di bankayê de cezayê xwe qebûl kiriye.

Parve bike: