TR KU SO
FB X
Cîhan

Buldan: Me li pist deriyan ti bazareke kirêt nekiriye!

Admin H
Nivîskar
📅 07 gulan 2023 12:47

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi navê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) dikeve hilbijartinên 14ê Gulanê, beriya niha piştevaniya xwe ji bo namzedê Tifaqa Milet ê serokomariyê Kemal Kilicdaroglu ragihandibû. Namzedê Tifaqa Cumhur û serokomar Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî dibêje, rêkeftineke veşarî ya HDP û Tifaqa Milet heye û banga eşkerekirin naveroka hevdîtina HDPê û Kemal Kiliçdaroglu dike.

Li ser vê mijarê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan axivî û got: “Dibêjin di navbera HDPê û Hevpeymnaiya Millet de li pişt deriyan bazareke kirêt hatiye kirin. HDP ti carî û li ti cihî li pişt deriyan bazarên kirêt nekiriye û nake. Me çi kiribe bi zelalî kiriye. Dema dîtin li ser deshilatê namînin, careke din dest bi buxtanên li dijî HDPê kirin. Daxwaza dengan ji welatiyan dikin. Lê em jî dibêjin divê AK Partî ser nekeve û Erdogan biçe.”

Hêjayî gotinê ye, hevdîtina ku Erdogan dixwaze naveroka wê were eşkerekirin, di 20ê Adarê de li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Kilicdaroglu re hatibû kirin û piştî hevdîtinê Kiliçdaroglu soza çareserkirina pirsa Kurd di çarçoveya parlamentoyê de dabû. HDPê jî piştre ragihandibû ku ew dê di hilbijartinên serokomariyê de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.
 

Parve bike: