TR KU SO
FB X
Cîhan

Caferî: Tirkiye li axa Sûriyê dagirker e!

Admin V
Nivîskar
📅 30 hezîran 2018 17:41

PeyamaKurd- Nûnerê Daîmî yê Sûriyê yê Netewên Yekbûyî Beşşar Caferî got ku axa Sûriyê di bin tehdîdên Tirkiyê de ye û Tirkiye li axa Sûriyê dagirker e.

Nûnerên Daîmî yê Sûriyê yê Netewên Yekbûyî Beşşar Caferî di civîna Netewên Yekbûyî (NY) ya ji bo têkoşîna li dijî terorê de axivî û wiha got: Hinek dewlet ji bo ku hîle û planên xwe yên qirêj bibin sêrî, terorê bi kar tînin. Caferî got ku em dizanin çend terorîst hatine nava Sûriyê û Iraqê û em dizanin ku ew terorîst ji kîjan dewletan hatine. Bi taybetî terorîstên ku ji Asyaya Navîn û Ewrûpayê hatine, hemî bi piştgiriya Tirkiyê hatine. Tirkiyê ev terorîst li Tirkiyê bi cih kirin û perwerde kirin. Taliyê jî rêkirina nava Sûriyê.

Parve bike: