TR KU SO
FB X
Cîhan

Çalakiyên li Iraqê didomin: Serokwezîrê berê Ebadî banga ‘hilbijartineke pêswext’ kir

📅 05 cotmeh 2019 13:02

PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder el Ebadî ji ber protestoyên li Iraqê banga ‘hilbijartineke pêşwext’ kir.

Serokê Hevpeymaniya Nesir li Parlamana Iraqê û Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî peyamek weşand û tê de bang li hikûmeta Adil Ebdulmehdî kir ku hilbijartineke pêşwext li dar bixe.

Heyder Ebadî di peyama xwe de got, “ji bo cîbicîkirina daxwazên gel, beriya dawiya sala 2020an divê hilbijartinek pêk were.”

Serokwezîrê berê Ebadî herweha ragihand ku ji bo kesên bi gendeliyê tên tawanbarkirin dadgeheke cizayê giran were avakirin.

Parlamana Iraqê ji 325 kursiyan pêk tê û Hevpeymaniya Nesir bi 42 kursiyan mezinitîrîn partiya sêyem e û serokatiya wê Ebadî dike.

Çalakiyên protestoyî ji 1ê Cotmehê û vir ve li Iraqê û bajarên din ên başurê Iraqê didomin. Li gor ajansa Reutersê di protestoyan de heya niha 65 kes hatine kuştin.

Xwepêşander daxwaza xizmetguzarî, nehiştina hejariyê ji hikûmeta federal a Iraqê dikin.

Parve bike: