TR KU SO
FB X
Cîhan

Çapemeniya Brîtanî: Di wê axaftinê de gefa êrîsa atomî hat xwarin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 06 mijdar 2022 23:30

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku rojnameya Brîtanyayê ya Mail on Sunday spartiyê çavkaniyên dîplomatîk belav kiriye, di axaftina mehên borî ya navbera Putin û Macron de gefa bombeya atomî hatiye xwarin.

Li gorî hûrgiliyên nûçeyê, di axaftina ku di 11ê Îlonê de di navbera Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de axaftineke bi rêya telefonê çêbûye û di vê axaftinê de ji aliyê Putin ve gefa bikaranîna bombeya atomî hatiye xwarin.

Li gorî hat ragihandin, Putin gotiye ku “Ji bo ku em di şer de bi ser bikevin, hewcedarî tuneye ku em li bajarên mezin êrîşên nukleerî bikin. Bombeyên atomî yên li Hiroşima û Nagazakiyê hatibûn bikaranîn jî nîşaneya vê yekê ne.”

Her wiha hat diyarkirin ku li ser van gotinên Putin, Macron bi awayekî berbiçav ketiye nav fikaran û bi rêya daxuyaniyekê ku wê demê dabû de diyar kiriye ku dibe ku Putin bêyî destwerdana Kievê bike, li rojhilatê Ukraynayê bi awayekî taktîkî çeka nukleerî bi kar bîne.

Parve bike: