Cîhan
Çapemeniya Sûriyê: Îsraîlê êrîs bir ser Laziqiyê
PeyamaKurd – Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyê SANA; Arteşa İsraile li Sûriyeyê li bendera Laziqiyeyê ya li Deryaya Spî êrîş kir.
Televîzyona fermî ya Sûriyê ragihand, agir di encama êrişa sîstema berevaniya esmanî ya vî welatî li dijî armancên Îsraîlê li ser Laziqiyê derketiye.
SANAyê diyar kir ku ekîbên agirkujiyê ji bo vemirandina agir xebatên xwe didomînin.
Li ser hesabên medyaya civakî yên nêzî rêveberiya Sûriyeyê hat destnîşankirin ku di encama êrîşa li dijî baregeheke leşkerî ya li deriyê rojhilatê Laziqiyê de bi dehan teqîn rû dane.
Derbarê êrîşê de heta niha ti daxuyanî ji aliyê Îsraîlê ve nehatiye dayîn.