Cara yekem keştiyeke Çînî li Tengava Hurmizê bû armanc
PeyamaKurd - Li gorî nûçeya koma medya ya Çînî Caixin, cara yekem e ku keştiyeke petrolê ya aîdî Çînê li nêzîkî Tengava Hurmizê rastî êrîşê tê. Ev bûyer di demekê de diqewime ku peywendiyên dîplomatîk ên ji bo agirbestê berdewam dikin û Çîn wekî hevalbendekî nêzîk ê Îranê tê naskirin.
Bûyer roja Duşemê (4ê Gulanê) li nêzîkî Port Al Jeer a Îmaratê, ango li derîçeya Tengava Hurmizê pêk hatiye. Keştiya ku aîdî pargîdaniya Çînî ya bi navê "CHINA OWNER & CREW" e, piştî êrîşê li ser dekbeya wê şewat derketiye. Her çend heya niha bi fermî nehatiye piştrastkirin ka êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin jî, îddîa hene ku Îranê ev çalakî pêk aniye daku bandora xwe ya li ser tengavê nîşan bide.
Çavkaniyekî ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin, ji medyaya Çînî re diyar kiriye ku êrîşkirina ser keştiyeke Çînî "ji aliyê psîkolojîk ve gelekî zehmet e ku were qebûlkirin." Çîn heta niha di şerê navbera Amerîka û Îranê de wekî hêzeke balansê dihat dîtin û keştiyên wê bi piranî ji aliyê Îranê ve nedihatin astengkirin. Ev êrîşa nû nîşan dide ku krîza li Hurmizê gihîştiye asteke wisa ku êdî keştiyên welatên dost jî di bin metirsiyê de ne