TR KU SO
FB X
Cîhan

Cara yekem Kurdek dibe cîgirê serokê Saziya Dijîterora Iraqê

Admin H
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2026 11:41

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku cara yekem efserekî Kurd dibe cîgirê serokê Saziya Dijîterora Iraqê.

Hate eşkere kirin ku Efserê Kurd Rûken Saman Talabanî, piştî mehekê Tuggeneraliyê werdigire û dibe cîgirê Serokê Saziya Dijîterora Iraqê.

Hate zanîn ku wê Talabanî, di vê erka xwe de berpirsê karûbarên teknîkî û îdarî yên Saziya Dijîterorê ya Iraqê (CTC) bike.

Li aliyê din Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê di Parlamentoya Iraqê de, Şîrwan Duberdanê ragihard ku ev demek dirêj bû wan xebat li ser wergirtina wê postê dikir.

Parve bike: