TR KU SO
FB X
Cîhan

Çarçoveya Hewahangiyê berê xwe da biryardariya radestkirina çekan

Admin H
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2026 13:17

PeyamaKurd - Çarçoveya Hewahangiyê ya Iraqê biryardariya xwe ya ji bo çareserkirina pirsa çekên derveyî kontrola dewletê heta 30yê Hezîrana 2027an ji nû ve tekez kir.

Di civîna ku şeva duşemê li ofîsa Serokwezîrê berê Mihemed Şiya Es-Sûdanî li Bexdayê hat lidarxistin û Serokwezîr Elî Zeydî jî tê de amade bû, biryar hat dayîn ku hemû desthilat û vakurên pêwîst ji bo bicîhanîna vê pêngavê bidin hikûmetê û Serokwezîr Zeydî.

Di civînê de dabeşkirina serokatiya komîsyonên parlamentoyê, lezdarkirina peydekirina yasayên makezagonî û xurtkirina xizmetguzariyên giştî hatin nirxandin.

Çarçoveya Hewahangiyê biryar da ku komîteyeke astbilind ji bo astengiyên yasayî û aborî ava bike. Her wiha di derbarê aloziyên herêmî de hat tekezkiirin ku divê aramiya Iraqê bê parastin û welat ji pevçûnên leşkerî yên heremê bê dûrxistin.

Parve bike: