Cîhan
Çavusoglu: Di mijara F-16 û F-35an de pirsgirêk tineye
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu li ser mijara balafirên F-16an û F-35an axifî. Çavuşoğlu her weha li ser mijara vîze ya ji bo Amerîkayê şiroveyan kir. Li ser mijara vîzê wezîr Çavuşoğlu weha got:
“Me bangî temamê serkonsulan kir û wan anî wezaretê. Me hişyariyê da wan. Mijara vîzê gelek zahmete û pirsgirêka me tevaye. Amerîka û hinek welatên din lez dane karê vîzê.”
Li ser mijara balafirên F-16 û F-35 an jî Çavuşoğlu weha got:
“Zahmete ku ez tiştekî ji bo F-35 an bêjim lê di mijara F-16an de ti pirsgirêk tine. Di mijara Kibris û Yûnanistanê de mêzêna Amerîkayê xerab bû. Me hişyariyên xwe da Amerîkayê.