Çavusoglu: Em ji gefên Trump natirsin…
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê yên twitterê ku gotibû, “Heger Tirkiye êrîşî Kurdan (Rojavayê Kurdistanê) bike, dê aboriya Tirkiyê bê hilweşandin” daxuyanî dan.
Çavuşoglu diyar kir ku ew ji gefan natirsin û got, “Hevpeymanên stratejîk li ser medya civakî naaxivin.”
Çavuşoglu got, “Em ne dijminê Kurdan in, di tevahiya dîrokê de yên herî zêde ew parastine em in” û li ser daxuyaniya Trump wiha axivî: “Li Iraqê jî herî zêde em xwedî li birayên Kurd derketin. Amerîka vê rastiyê ji me çêtir dizane. Li ser Trump fişareke zêde heye. Dezgehên ewlekariyê yên Amerîkayê ji bo venekişin fişarê dikin. Em dizanin ku twîta dawî, encama fişara hûndir e.”
Wezîrê Tirk li ser zimanê gefxwarinê yê Trump jî got, “Me gotiye ku em ji gefan natirsin û rê nadin wan. Divê em pirsgirêkê çawa çareser bikin, li wê bifikirin. Zehmetî her çi dibin bila bin, wekî Tirkiye çi pêwîst be emê bikin…Berî her tiştî divê hûrmeta ku Tirkiye heq dike nîşan bidin û li gor wê helwestê nîşan bidin.”