Cîhan
Çavusoglu: Ku Amerîka ambargoyê deyne ser me, em ê bersivê bidin!
PeyamaKurd- Li ser îddayên ku Amerîka wê ambargoyê deyne ser Tirkiyê, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu daxuyaniyek da û got ku heke Amerîka firotina balafirên F-35an betal bike, em ê jî bersiva wan bidin.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu ji çapemeniya Tirkiyê re axivî û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Çavuşoglu li ser pêwendiyên bi Rûsyayê re got ku em ê bi Rûsyayê re vîzeyan rakin û piştre jî çûnûhatina bêpasaport biaxivin.
Li ser ambargoya Amerîkayê jî wiha got: Heke Amerîka ambargoyê deyne ser me, wê xelet bike. Em vê yekê naxwazin, lê heke Amerîka vê bike; em ê jî bersivê bidinê. Îro Netewên Yekbûyî heye, Rêxistinên Navnetewî hene. Ku vana biryarek da, divê her kes vê biryarê qebûl bike.