Çavusoglu: Pêwendiyên me bi Sûriyê re hene
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu got; “pêwendiyên me bi Sûriyê re îndîrekt hene.”
Çavuşoğlu ragihandina xwe, dema tevli bernameyeka televîzyona A haber ya Tirkiyê bû, di hinek mijaran de ragihandinên xwe kir. Wezîr di axaftina xwe de weha got:
“Me civîna Komîsyona Makezagonê li Cenevre kir lê bi sedema çend navan me nikaribû ragihînin. Lê em gelek nêzî hev bûn û civîneka girîng bû. Me bo bibe reqabet, platformeka dinê dananî. Eger îro mesela makezagonê tê axaftin, bi xêra gavavêtinên Tirkiyê, Îran û Rûsya ye. Di demên dawiyê de, bo nehêlin qanûna makezagonê çêbibe, hinek welatên rojavayî tevdigerin. Ev jî hinek ji hesûdiyê tê. Bo makezagonê bila Sûriyeyî rûnên û biryarê bidin. Bi rejîmê re îndîrekt pêwendiyên me hene. Dema pêdivî bi peyamdayînê hebe, tê dayîn. Lê di asta me de temas tine ye.”