Cîhan
Çavûsoglu: Rûsya di Payîzê de sîstema S-400 radestî me dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragehand ku, Rûsya sîstema S-400 peyîza sala 2019an radestî Tirkiyê dike.
Di çarçoveya hevdîtineka xwe de li gel kenala 26 a navxweyî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragehand ku, em nikarin zêdeyî vê demê bimînin, welatê me di metirsiyê de ye.
Mevlût Çavûşoglu aşkere kir ku, biryare Rûsya sîstema S-400 peyîza sala 2019an radestî Tirkiyê bike.
Di sala 2017an de Tirkiyê li gor rêkeftinekê sîstema Mûşekên S-400 ji Rûsyayê kirî.