Cîhan
Çavusoglu û Rûhanî li Tehranê hev dîtin
Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu çû Tehranê. Li Tehranê bi wezîrê karê derve yê Îranê bi Cewad Zarîf û serokkomar Hesen Rûhanî re hevdîtin kir.
Her çendîn di hevdîtina wan de behsa mijarên rojane û Rojhilata Navîn tê kirin jî dibe ku bi rêya Îranê bi Sûriye re pêwendî datînin. Hem behs tê kirin ku serokê MİTê Hakan Fidan jî çûye Sûriyê û bi rayedaran re hevdîtinek pêkaniye. Sûriye heya niha vê hevdîtinê teyîd nekiriye.