Cîhan
Çekdaran êrîs birin ser 3 gundan: Herî kêm 29 kustî hene
PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê kesên çekdar êrîş birin ser 3 gundan û di encamê de herî kêm 29 kes hatine kuştin. Bûyer li Nîjeryayê li eyaleta Plateau li devera Manguyê çêbûye. Li gor ragihandina kesekî bi navê Philip Pamshak ku ji xelkê deverêye; 2 roj berê bi şev kesên çekdar çûne deverê, gelek kesan kuştine û agir bi xaniyan ve danîne û Pamshak weha dewam dike:
“Hêjî êrîşê mirovan dikin. Rewş gelek nexweşe û cîh hene ku di bin destê çekdaran de ne. Ji ber wê jî kes nikare here deverê bê kî hatiye kuştin an kî sax e!
Parêzgerê Plateau Simon Lalong di rêya berdevkê xwe de ragihandiye ku fermanê daye hêzên asayîşê da êrîşkeran desteser bikin.