TR KU SO
FB X
Cîhan

Çelîk bersiva Netanyahû da: Kurd li aliyê rast ê dîrokê sekinîn

Admin H
Nivîskar
📅 12 nîsan 2026 12:19

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, doh li ser medya civakî ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû: "Îsraîl di bin serokatiya min de dê şerê rejîma terorê ya Îranê û wekîlên wê bide; berevajî Erdoganê ku piştgiriya wan dike û welatiyên xwe yên Kurd qir kirine."

Li ser van gotinan, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik bersiveke tund da û got ku ev îfadeyên "bêhed" nîşaneya tengavbûna şebekeya qirkirinê ye. Çelik destnîşan kir ku Netanyahu bi van derewan hewl dide sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê veşêre û Erdogan wekî rêberê "Tifaqa Mirovahiyê" pênase kir ku li hemberî "Şebekeya Komkujiyê" ya Netanyahu radiweste.

Herwiha Omer Çelik, îdîayên Netanyahu yên derbarê Kurdan de wekî "hezeyan û encama têkçûna planên siyonîst" binav kir.

Çelik anî ziman ku Netanyahu dixwest birayên me yên Kurd ên li herêmê bike "lejyonerên" planên xwe yên qirêj, lê Kurdên li Iraq û Îranê neketin vê xefika şeytanî û li aliyê rast ê dîrokê sekinîn.

Parve bike: