Cemil Bayik: YPG û Hikûmeta Sûriyê li hev nekirin
Hevserokê KCK Cemîl Bayik ragihand ku ji ber YPG û Hikûmeta Sûriyê li hev
nekirin, leşkerên rejîmê derbasî Efrînê nebûn.
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji ajanseke nêzikê PKKê re axivî û got: “YPG dixwest ku bi hikûmeta Sûriyê re li hev bike û hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê derbasî Efrînê bibin. Lê divîbû ku xelkê Efrînê xwe bi xwe îdare bike. Lê Hikûmeta Sûriyê ev daxwaza YPGê qebûl nekir û xwest ku YPG serdestî û zordestiya rejîmê qebûl bike.”
Hikûmeta Sûriyê dixwest ku hemî gelên Efrînê, xwe teslîmî rejîmê bikin. YPGê jî ev tişt qebûl nekir. Ji ber vê yekê her du aliyan muqaweleyek pêk neanîn û leşkerên hikûmetê jî derbasî Efrînê nebûn.
Bi destpêkirina êrîşa Tirkiyê re, fermandarên YPGê bang li hikûmeta Sûriyê kir ku derbasî Efrînê bibe û sînorên xwe li hember êrîşa Tirkiyê biparêze.
Lê di 20ê Sibatê de sê komên ji hêzên Şe’bî yên ji artêşa Sûriyê derbasî Efrînê bûn û fermandarên YPGê da zanîn ku ew li eniyên şer li Efrînê belav bûn.
Lê derbasbûna wê Hêza Şeibî ji aliyê Tirkiyê ve bû cihê nerazîbûnê û hat gotin ku piraniya çekdarên wê hêzê di êrîşên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.