Çend kesên xwekujên Bexdayê anîne meydana Teyaran hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Di heypeyvînekê de Endamê Lîjneya Asayîşê li Parlamentoya Iraqê Bedir Elziyadî ragihandiye, wan çend kesên ew xwekujên Bexdayê anîne meydana Teyaran desteser kiriye.
Di hevpeyvînekê de ligel kanala televîzyonî ya Axbarî Iraqî, Bedir Elziyadî ragihandiye ew kesên herdu xwekujên meydana Teyaran anîne li meydanê bi cî kirine hatine desteserkirin. Herwiha ew kes jî tohmetbar in û lêpîrsînan derbarê wan de dest pê kiriye.
Cihê behsê ye beriya bi hefteyekê 2 teqînên mezin li meydana Teyaran a Bexdayê pêk hatin û ji ber wan teqînan 32 kes mirin û herî kêm jî 100 kes birîndar bûn.
Bedir Elziyadî ji kanala televîzyonî ya Axbarî Iraqî re daye zanîn, ew kesên her du xwekujên meydana Teyaran anîne li meydanê bi cî kirine hatine desteserkirin. Herwiha ew kes jî tohmetbar in û lêpîrsînan derbarê wan de dest pê kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya hefteyekê 2 teqînên mezin li meydana Teyaran a Bexdayê pêk hatin û ji ber wan teqînan 32 kes mirin û herî kêm jî 100 kes birîndar bûn.