TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Dorpêça Hurmizê bi 10 hezar leşkeran dimeşe û qet keştî derbas nebûye

Admin M
Nivîskar
📅 14 nîsan 2026 21:40

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendê ya DYAyê (CEMTCOM) rêjeya 24 seetan ya li ser dorpêça Hurmizê parvekir. Li gor ragihandina CENTCOMê de hat gotin ku dorpêç bi 10 hezar leşkeran dimeşe û heya niha yek keştiyekî jî di Hurmizê de derbas nebûye.

CENTCOM roja 14.04.2026an, di ser hesabê xwe yê Xê de weha got:

“Ji 10 hezarî zêdetir leşkerên deryavan, piyadên deryayê (Marines) û xebatkarên hêzên hewayî, ji 12 heban zêdetir keştiyên şer bi hevkariya bi dehan balafiran, wezîfa kontrola keştiyên ku diçin lîmanên Îranê dikin.

Di nav 24 seetan de ti keştiyekî nikaribiye ji hêzên me derbas bibe, 6 keştiyên bazirganî li pey fermana me çûne û rêya xwe guhertine û di Derya Ummanê de car din dageriya lîmanekî Îranê.”

Ev agahiya han, agahiyên Îranê ku goya keştî di Buhira Hurmizê de derbas bûne di derewîne. CENTCOM, ragihand ku bê ferqê û cudatiyê bixin navbera welatan, dê ji bo keştiyan bimeşîne. CENTCOM her weha destekê dide geşta keştiyên ku di avên navdewletî de diçin û tên. Lê ji bilî keştiyên diçin Îranê.

Parve bike: