TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Em bo demeka dirêj li Iraqê dimînin

Admin M
Nivîskar
📅 28 nîsan 2019 04:17

PeyamaKurd- Fermandarê giştî yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth McKenzie ragihand ku hebûna Amerîkayê li Iraqê wê gelek dirêj bajo.

Kenneth McKenzie bo medya Erebî axifî û got:

“ Bawer bikin em ê li Iraqê zêde bimînin. Armanca mayîna me li Iraqê ew e ku em pêşiyê li serhildanan û terorê bigrin. Wekî din jî nehêlin rêxistinên weka İŞİDê yên terorî û redîkal çêbibin.”

McKenzie behsa hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê kir û got ku bi awayeka bi hezir jimara hêzên xwe yên li Sûriyê kêm dikin. Kenneth McKenzie di mijara zordayîna ser Îranê de jî weha got:

“Amerîka bo temamê tehdîdên Îranê û heya wan ji ortê rakin, çi pêwsit be dê bêkirin. Em ê li dijî Îranê bi dostên xwe re di nava hevkariyan de bin.”

Parve bike: