TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Gelek embarên çekan ên Hûsiyan hatin têkdan

Admin H
Nivîskar
📅 25 sibat 2024 13:25
PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) da xuyarkirin,  artêşa Amerîkayê bi piştevaniya hevpeymanên xwe, rêze êrîş li ser Husiyên Yemenê yên Îran piştevaniya wan dike pêk aniye.

CENTCOMê îro 25ê Sibatê ragihand,. artêşa Amerîka û Brîtanyayê bi piştevaniya hêzên leşkerî yên Australia, Behrên, Kanada, Danîmarka, Holanda û New Zelanda ve êrîş li hember 18 xal û binkeyên Husiyan li Yemenê pêk anîn.

Hate diyarkirin ku ew armancên hatine lêdan ji saziyên hilgirtina çekan ango embarên binerd, embarên moşekan, sîstema dronan, sîstema berevaniya esmanî, radar û helîkopteran pêk tên.
 
Parve bike: