CENTCOM: Hêzên Sûriyeyê li ser sînorê Libnanê dest danî ser çekên Îranê
PeyamaKurd - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê li ser sînorê Libnanê dest daniye ser hejmareke zêde ya hebên kaptagonê û çekên Îranê ku bi qaçaxî ber bi Libnanê ve dihatin birin.
Cooper destnîşan kir ku Birêvebiriya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Sûriyeyê di destpêka vê mehê de hejmareke gelekî zêde ya kaptagon û madeyên neyasayî girtiye û hêzên ewlehiya navxwe jî rê li ber veguhastina çekên ku ji aliyê Pasdaranên Îranê ve bo Libnanê dihatin şandin girtine.
Fermandarê CENTCOMê bal kişand ser girîngiya van hewlan û got: "Ev hewl piştgiriyê didin Sûriyeyeke aram, yekgirtî û aştîxwaz. Her wiha ewlehî û aramiya herêmê bihêztir dikin."
Ev daxuyaniya CENTCOMê di çarçoveya rêzeoperasyonên hêzên Sûriyeyê yên di cotmihê de tê.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, 22yê cotmehê hêzên ewlehiya navxwe û îstixbarata giştî li derdora Şamê dest danî ser barekî mezin ê çekan ku ber bi Libnanê ve dihat veguhastin.
Di 22yê cotmehê de hejmareke zêde ya madeyên hişbir û hebên kaptagonê ji nav hatin birin; rojek beriya wê jî di operasyoneke hevbeş a bi Iraqê re destdanîna ser 1.73 milyon hebên kaptagonê hatibû ragihandin.
Piştî guherînên siyasî, Şamê operasyonên xwe yên ji bo parastina sînoran, rawestandina rêyên qaçaxçîtiya çekan a ber bi Hizbulaha Libnanê ve û têkoşîna li dijî madeyên hişbir zêde kirine ku ev yek di heman demê de bûye xaleke hevahengiya li gel Washington û welatên herêmê.