CENTCOM: “Li Derya Ummanê me li tankêra hewl dida dorpêçê îhlal bike, xist”
PeyamaKurd – Fermandariya hêzên artêşa DYAyê ya navendî (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan yên hewayî di Derya Ummanê de tankerekî petrolê bê bandor kiriye. Ev kiryar piştî ku tanker xwest dorpêça ser Îranê îhlal bike û here lîmanekî Îranê, hat kirin.
Li gor ragihandina CENTCOMê; îro (8ê Aadar 2026) tankêra bi ala Palau ya bi navê "(M/T Marivex)" ya vala, di ava navdewletî ya Ummanê de, ji aliyê hêzên DYA de bûye hedef.
Balafira tîpa "(F/A-18 Super Hornet)" ji keştiya "(USS Abraham Lincoln)" bi hewa ketiye, muhîmmatên hassas bikaraniye, di keştiyê de beşa endazyariyê û dümene (îdarê) tehrîb kiriye.
Ferman ,li ser redkirina muretebatên keştiye ku li pey fermana CENTCOMê neçûye, fermanê red kiriye û ber bi lîmanên Îranê de çûye, hatiye dayîn. Niha nema keştî dikare hereket bike.
CENTCOMê ji 18ê Nîsanê heya niha encamên leşkerî ku bi dest xistine ev in:
-7 keştiyên ku îhlalan kirin, bi hêzên leşkerî hatine bê tevger kirin.
-134 keştî ji ber li hişyariyan guhdarî kirine berê wan guherandine ber bi deverên din de.
-42 keştiyên ku alîkariya mirovî dibirin, îzna wan ya çûne daye.