Cîhan
CENTCOMê îdiaya Îranê ya derbarê tankera petrolê ne rast e
PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek da û îdiayên Artêşa Pasdarên Îranê yên ku digotin li Tengava Hurmizê tankereke petrolê li mînê xistiye, derewandin.
CENTCOMê destnîşan kir ku îdiayên Îranê ne rast in û tankera bi alaya Panamayê ya bi navê "Algaya" mehek berê ji aliyê Îranê ve bi moşekekê hatibû lêdan û bêkêr hatibû hiştin.
CENTCOMê her wiha da xuyakirin ku di dawiya vê heftiyê de Îranê careke din bi moşeke bêmirov li vê tankerê xistiye ku niha ji aliyekî hevparê herêmî ve tê kişandin.
Artêşa Pasdaran berê ragihandibû ku tanker li herêmeke qedexe li mînê xistiye û agir pê ketiye, lê rayedarên Amerîkî diyar kirin ku ev daxuyanî beşek ji hewldanên tirsandin û propagandayê yên li ser bazirganiya deryayî ne.