TR KU SO
FB X
Cîhan

Cevdet Yilmaz, hûrgiliyên hevdîtina li Qeterê ragihandin

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2023 01:00

PeyamaKurd- Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, li ser serdana xwe ya Qeterê got ku "Armanca me ew e ku em ji bilî projeyên nû, hevkariya xwe bi taybetî di warê berevanî û enerjiyê de kûrtir bikin."

Cevdet Yilmaz, di derbarê serdana xwe û Wezîrê Darayî û Xezîneya Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek a Qeterê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinên dualî û di navbera şandan de têkiliyên Tirkiye û Qeterê û derfetên hevkariya aborî hatin gotûbêjkirin û nirxandin bi vî awayî hatin kirin:

"Armanca me ew e ku ji bilî projeyên nû yên ku em di serdana xwe ya îro de li ser axivîn, hevkariya xwe bi taybetî di warê pîşesaziya berevaniyê û enerjiyê de kûrtir bikin. Gavên ku ji bo başkirina pêwendiyên di navbera herdu welatan û bihêzkirina berjewendiyên hevpar de hatine havêtin, dê di pêşerojê de encamên hîn erênîtir derkevin holê.

Hevkariya stratejîk a di navbera Qeter û Tirkiyeyê de dê ji bo aramiya herêmê û pêşveçûna aborî berdewam bike. Dostanî û hevkariya di navbera herdu welatan de dê têkiliyên me di hemû waran de zêdetir bi pêş ve bibe. Ji bo mêvanperweriya wan, ez spasiyên xwe pêşkêşî rayedarên Dewleta Qeterê bi taybetî pêşkêşî Emîr Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî dikim."

Parve bike: