"Cezayên petrolê hatine rakirin û em wê %20 bihatir difiroşin"
PeyamaKurd - Derbarê rawestandina cezayên li ser firotina petrola Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, Kalibaf got, "Cezayên petrolê hatine rakirin û em petrolê %20 bihatir difiroşin."
Kalibaf ev gotin di bernameyeke televîzyonê de kir ku tê de li ser bûyerên heyî nîqaş kir.
Kalibaf bihayê firotina petrola welatê xwe bi serdema berî cezayan re berawird kir û got, "Cezayên petrolê hatine rakirin û em petrolê %20 bihatir difiroşin. Ji roja ku me dorpêça deryayî rakir, me zêdetirî 40 milyon bermîl petrol hinarde kiriye. Ev di nav kêmtirî 10-12 rojan de qewimî. Lê nêzîkî pêncî rojan, me petrol nehandine."
Kalibaf herwiha destnîşan kir ku bi tevahî 24 milyar dolar serweta Îranê li welatên cuda hene û 12 milyar dolar ji vê, wê li gorî biryara Banka Navendî ji bo kirîna kelûpelên pêwîst were hiştin.