TR KU SO
FB X
Cîhan

Cezayîr û Erebistana Saûdî di seha leskerî de xwe nêzî hev dikin

Admin M
Nivîskar
📅 01 adar 2023 04:05

PeyamaKurd – Serokerkanê Cezayîrê Said Şankariha û rêvebirê leşkerî yê hevkariya navdewletî yê Erebistana Saûdiyê tûxgeneral Yusuf Abdurrahman et-Tasan li ser têkiliyên leşkerî yên her dû welatan civiyan. Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Cezayîrê, her dû teref li Cezayîrê civîna xwe kirine.

Şankariha û Tasan li ser rewşa leşkerî ya her dû welatan rawestiyane û li ser mijarên hevpar danûsitendinan kirine. Di civînê de di asta bilind de ji her dû welatan kes hebûne lê di babeta hûrahiya mijarê de agahiyên zêde nedane.

Parve bike: