TR KU SO
FB X
Cîhan

CHPê namzedên 6 saredariyên bajarên mezin diyar kir

Admin H
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2023 02:49

PeyamaKurd – Partiya Komariya ya Gel (CHP) a Tirkiyeyê, ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an, 6 namzedên xwe yên bo şaredariyên bajarên mezin eşkere kir.

Piştî civîna Lijneya Navendî ya CHPê ku îro 14ê Kanûnê birêve çû, hate ragihandin ku rêxistinên wan li ser 6 navên bo şaredariyên mezin li hev kirine.

Berdevkê CHPê Denîz Yucel navên hatine diyarkirin eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê namzedên hatine diyarkirin wiha ne:

Stenbol: Ekrem İmamoğlu

Enqere: Mansur Yavaş

Bursa: Mustafa Bozbey

Balikesir: Ahmet Akın

Elâzığ - Xarpêt: Av. Coşkun Çağlar

Bolu: Tanju Özcan

Parve bike: