Chuck Schumer: Divê Trump yek rojekî li ser kar nemîne
PeyamaKurd – Piştî tescîla serokatiya Amerîkayê, ji senatoyê banga bo veqetandina Trump ji wezîfê hat kirin. Serokê eqaliyetan yê Partiya Demokrat Chuck Schumer, bi nivîskî peyamekî da û di peyama xwe de got ku bûyerên di kongreyê de ji aliyê kesên ku Trump wan daye pêş hatiye kirin û li hemberê Amerîkayê serhildan bû û divê Trump li ser kar nemîne.
Senator Schumer got eger serok nikaribe serokatiyê bike divê xala ku cîgir dikeve şûna serok ya destûrê ya 25 an bê bicîhkirin û weha dewam kir:
“Rêya herî geş ya Trumpî ji wezîfê bigrin ew e ku Mike Pence bikeve şûna wî û xala 25 an bixin dewrê. Pence û hukumet eger li hemberê vê bûyerê dernên, divê kongre bo ezilkirina Trump bicive.”
Di nava partiya Komariyan de jî hene ku dibêjin divê Trump bê ezilkirin û nema dikare serokatiyê bike.