Cîhan
Cîgirê Sadr yê leskerî hat kustin
PeyamaKurd- Li gor çavkaniyên asayîşa ewlekariya Iraqê; cîgirê Muqteda El Sadr yê leşkerî û fermandarê hêzên mîlîs yên bi navê Seraya Es Selam Şewqî Haddad hat kuştin. Haddad, do bi şev li mala xwe ya li Kufeyê ku bi ser bajarê Necefê ve ye bû, ji aliyê kesên nenas de hat kuştin.
Polîsê Iraqê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin lê ji aliyê baskê Sadr de hêj beyanek nehatiye dayîn.
Mukteda es-Sadr biryarê dabû ku yekîneyên di bin sîwana Seraya Es Selam de wezîfe dikin, wan fesix bike. Di mijara pirsgirêka fermandarên ku yekîneyên wan hatin rakirin de Sadr gotibû ku ew fermandar hemû şêwirmendên wî ne.