Çîn: Amerîkayê 18.2 milyar dolar zerar gîhandiye çavkaniyên petrolê yên Sûriyê
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Wang Wenbin dîsa Amerîka bi dizîna petrola Sûriyê tohmetbar kir û got, bi wê siyaseta xwe Amerîkayê 18.2 milyar dolar zerar gîhandiye çavkaniyên petrolê yên Sûriyê.
Li gor Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê roja Çarşemê di preskonferansekê de axivî û eşkere kir, Amerîka petrola Sûriyê didize û bêtirî 800 tanker bi awayekî neyasayî ji Sûriyê şandine baregehên xwe yên li derveyî Sûriyê.
Herwiha Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Wang Wenbin destnîşan kir, Amerîka di demekê de petrola Sûriyê didize ku pêdiviya welatiyên Sûriyê bi sotemeniyeke zêde heye.
Wang Wenbin da zanîn: “Ev ne cara yekemîn e ku hêzên Amerîka diziya petrola Sûriyê dikin, ev kiryarên wan berdewam zêde dibin. Wezareta Petrol û berhemên jêrzemîn a Sûriyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, wî welatî di nîvê destpêka îsal de rojane bi giştî 83 hezar û 300 bermîl petrol berhem aniye; ji %82ê petrolê ku 66 hezar bermîl e, ji aliyê hêzên Amerîkî û hêzên piştgirî didin wan ve hatiye birin. Di heman demê de qala wê yekê hatiye kirin ku ji meha Tebaxê ve Amerîka 10 caran bi petrola Sûriyê qaçaxçîtî kiriye û 800 tanker şandiye baregehên Amerîkayê yên li derveyî Sûriyê di dema ku welatiyên Sûriyê ji bo otomobîlên xwe bi sotemeniyê dagirin di nobetên dûr û dirêj de çend saetan radiwestin.”
Di berdewamiyê de Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê got, ji ber wê siyaseta Amerîkayê bi qasî 18.2 milyar dolar zerar gihîştiye Sûriyê.
Wang Wenbin diyar kir: “Berpirsên Sûriyê dibêjin ku ji ber binpêkirin, qaçaxçîtî û bazirganîya neyasayî ya Amerîka, ziyanên rasterast bi qasî 18 milyar û 200 miloyon dolar gihîştiye çavkaniyên petrol û gaza xwezayî û madenên wî welatî. Herwiha hejmara kesên ku pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye 14 milyon kes derbas kiriye.”
Wang Wenbin got: “Tiştê ku artêşa Amerîkî li Sûrîyê kiriye, karesata mirovahî ya li welêt xerabtir kir. Weke Afxanîstan, Iraq û Lîbyayê, Sûriye jî qurbaniyeke din ê siyaseta Amerîkayê ye.”