TR KU SO
FB X
Cîhan

Çîn, Endonezya û Afganistan hejiyan...

Admin H
Nivîskar
📅 06 tebax 2023 14:33

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 6ê Tebaxê roja Yekşemê, li 3 welatên Asyayê erdhejên bihêz çêbûn. Li gorî zanyariyên destpêkê di encama erdhejan de li Çîn, Endonezya û Afganîstanê ziyanên mezin çêbûne.

Hate zanîn ku îro beyaniyê erdhejek bi hêza 5.5 li eyaleta Şandong a Çînê rû da û di encamê de, 31 kes birîndar bûn û 74 xanî hilweşiyan.

Li paytexta Afganistanê Kabûlê jî erdhejek bi pileya 5,3 rû da ku li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, navenda erdhejê li herêma Curimê ya parêzgeha Bedaxşanê ya li bakurê Afganistanê bûye.

Herwiha li Endonezyayê jî îro erdhejek bi hêza 5,3 pileyan li peravên parêzgeha Sulawesi çêbû ku derbarê ziyanan de ti agahî nehatine.

Parve bike: