Çîn: Ew der, ne hewsa pist xaniyê kesî ne
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, piştî ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di serdana xwe ya Keyîtiya Tongayê de kar û kirinên Çînê wekî “pirsgirêk” bi nav kiribû, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning, li ser van gotinan daxuyanî da.
Mao Ning, di derbarê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser gotinên Blinken ku gotibû, "Ji ber ku tevlîbûna Çînê ya li herêmê zêde bûye, ji hêla me ve hin tevgerên bi pirsgirêk zêde bûne." û got,
"Giravên Pasîfîkê, ne hewşa pişt xaniyê tu welatekî ne. Em hêvî dikin ku Amerîka di warê geşepêdana Giravên Pasîfîkê de ji dil û can alîkariyê bide û van welatan bigihîne armancên xwe yên pêşveçûn û aramiyê."
Mao Ning di dewama axaftina xwe de bal kişand ser armanca welatê xwe û got, "Neyeta Çînê tuneye ku bi tu welatekî re ji bo bandor an hebûna bi navê jeostratejîk an qada bandorê re hevrikiyê bike."