TR KU SO
FB X
Cîhan

Çîn redda daxwaza Amerîkayê kir

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2018 19:58

PeyamaKurd- Amerîkayê ji dewleta Çînê daxwaz kir ku petrolê ji Îranê nekire lê rêvebiriya Pekînê bersiva Amerîkayê da û daxwaza wan red kir.

Rêvebirên Amerîkayê piştî dorpêça ser Îranê li dinyayê digerin û dixwazin ji xwe re hevalan çêbikin da petrola Îranê nekirin. Amerîka dixwaze heya dawiya cotmehê pêşî li petrola Îranê bigre da nefroşe dinyayê. Lê ev armanc zahmet xuya dike ku here serî.

Her çendîn Çînê hêj aşkera nekiriye lê tê gotin ku Çîn ji niha û pê de wê miqdarê kirîna petrolê ya ji Îranê zêde neke û di vê mijarê de soz daye Amerîkayê.

Ji Amerîkayê berdevkê wezareta karên derve ku ji çavkaniyên enerjiyê jî berpirse, sekreterê dewletê Francis Fannon, bo niqaşa dorpêçan çend roj berê çûbû Çînê.

Parve bike: