Cîhan
Çîn û Amerîka li ser hev zêde dikin
Amerîka roja pêncşemê ragihandibû ku wê bêşa gumrukê li ser Çînê zêde bikin û ji vê zêdekirinê 50 mîlyar dolar bidestbixin. Çîn ranewestiya û bersiva Amerîkayê da. Çîn weha got:
“Çîn di şerê bazirganiyê de ji Amerîkayê natirse.”
Wezareta Çînê ya Bazirganiyê îro beyanekî da û got ew 3 mîlyar dolarê ku Çîn pê mal ji Amerîkayê dikire, wê bêşa gumruka wê zêde bike.
Ev berteka yekeme ku Çîn di warê aboriyê de li dijî Amerîkayê dide. Li gor ragihandina wezareta bazirganiyê ya Çînê; wê di qelemên din de, weke goştê beraz, alûmînyûma honandî, lûleyên ji pola, meywe û di berhemên şarabê de bihayên nû bo Amerîkayê deyne.