Çîn û Amerîkayê li ser avakirina pêwendiyên leskerî li hev kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Çînê Xi Jinping, piştî demeke dirêj a alozbûna pêwendiyên herdu welatan, li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê cara yekem rûbirû civiyan.
Di hevdîtina nêzî 2 saetan dewam kir de, Biden û Jinping li ser pêwendiyên herdu welatan û rojeva Ukrayna-Rûsya û Îsraîl-Filîstînê gotûbêj kirin.
Li gorî ragihandina medyaya Çînê, serokan li ser li hev kir ku pewendiyên leşkerî yên asta bilind vegerînin.
Pêwendiya di navbera artêşên her du welatan de, 2022yan dema ku Seroka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî serdana Taywanê kiribû qut bûbû û ev yek bûbû sedema aloziyê di navbera herdu aliyan de.
Serokê Amerîkayê Biden piştî hevdîtinê li ser platforma medyaya Xê peyamek parve kir û got: “Ev yek ji hevdîtinên me yên herî çêker û berhemdar bû.”
Biden ji rojnamevanan re jî eşkere kir, wan li hev kiriye ku di navbera her du welatan de ji nûve p3ewendiyên leşkerî bên avakirin û got, “Sedema derketina aloziyan şaş fêmkirin e. Lewma em li pêwendiya rasterast, vekirî û zelal vedigerin.”