TR KU SO
FB X
Cîhan

Çînê alîkariya bijîskî ji Iraqê re sand

Admin H
Nivîskar
📅 08 adar 2020 18:20

PeyamaKurd – Welatê Çînê ku vîrûsa koronaya nû (Covid-19) pêşî li wir derketiye û bêhtirî 3 hezaran kesan ji ber wê nexweşînê can daye, bi sedema zêdebûna nexweşên koronayê alîkariya bijîşkî ji Iraqê re şand.

Di alîkariyên ku bi balafireke kargoyê gihîştine Bexdayê de, tîmeke tenduristiyê û alîkariyên derman û alavên tenduristiyê hebûn.

Li ser koliyên alîkariyan jî ‘Dostanî di rojên teng de xuya dibe’ hatibû nivîsandin.

Li Iraq û Herêma Kurdistanê jî belavbûna vîrûsa koronayê metirsîyeke mezin bixwere anîye ku herî dawî li Hewlêrê jî 2 nexweşên vîrûsa Covid-19 hatine tesbît kirin.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê îro 8ê Adarê ragihand, kesa duyem a li Hewlêrê Covid-19 pê re peyde bûye jineke 33 salî ye û ji ber ku di qerentîneyê de bû ti têkiliya wê bi kesî din re nebûye.

Konsûlê Çînê li Hewlêrê jî hevakariya welatê xwe ji Herêma Kurdistanê re diyar kiriye û gotiye, wan 200 hezar diravên Çînê bexşandiye Herêma Kurdistanê.

***

Li gorî ragihandina dawî ya rayedarên tenduristiya Îranê, ji doh 7ê Adarê ve 49 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirine û hejmara giştî ya kesên ji vîrûsê can dane gihîştiye 194 kesan.

***

Parve bike: