Cîhan
Çînê banga dîyalogê li Amerîka û Îranê kir
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Lîn Jîan, bertek nîşanî gefên DYAyê yên li ser "şerê aborî" yên li dijî Îranê da û banga diyalogê ji bo her du welatan kir.
Lîn Jîan bi daxuyaniyekê ragihand ku Pekîn li dijî cezayên yekalî ye ku ne li ser bingeha hiqûqa navneteweyî û biryarên Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ne.
Berdevkê Çînî bal kişand ser metirsiya mezinbûna aloziyê û got: "Bikaranîna hêza leşkerî û taktîkên zextê dê bibe sedema aloziyeke ku xizmeta berjewendiya ti aliyekî nake."
Lîn Jîan di berdewamê de bang li hemû aliyan kir ku bi berpirsiyarî tevgerin û nakokiyên di navbera xwe de bi rêya diyalog û danûstandinên siyasî çareser bikin.