Cîhan
Çînê banga rawestandina şer û vegera li dîplomasiyê kir
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, derbarê geşedanên li Îranê yd daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser wê yekê ku şerê li Îranê sûdê nade tu kesî. Wang Yi bang kir ku divê operasyonên leşkerî demildest werin rawestandin.
‘Bikaranîna hêzê çareseriyê nayîne’
Wang Yi şerê li Îranê wekî şerekî ku hewce nedikir dest pê bike û sûdeya wê ji kesî re tune ye binav kir û wiha got: "Dîroka Rojhilata Navîn gelek caran nîşanî cîhanê daye ku bikaranîna hêzê tu çareseriyê peyda nake; pevçûnên çekdarî tenê kîn û nefretê zêde dikin û krîzên nû diafirînin."
Banga diplomasiyê
Wezîrê Çînî destnîşan kir ku divê alî vegerin ser maseya diplomasiyê û got: "Çîn, ji bo ku rewş hîn xirabtir nebe û pevçûn belav nebin, bang dike ku operasyonên leşkerî demildest werin rawestandin."