TR KU SO
FB X
Cîhan

Çînê hişyarî da welatîyên xwe bi lez ji Îranê derkevin

Admin H
Nivîskar
📅 24 nîsan 2026 15:54

PeyamaKurd - Balyozxaneya Çînê li Tehranê bi weşandina daxuyaniyekê bang li welatiyên xwe kir ku herî zû ji Îranê derkevin û herin herêmên ewle.

Di wê daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku ew kesên hîn li Îranê mane, divê xwe ji nêzikbûna li cihên hestiyar, ji wan jî saziyên dewletî û leşkerî biparêzin.

Her wiha ji welatiyên Çînî hat xwestin ku di dema rûdana rewşên awarte de, yekser têkiliyê bi berpirsên navxweyî re bigrin û ji nûnertiyên dîplomatîk ên Çînê daxwaza alîkariyê bixwazin.

Parve bike: