Civîna bergiriya peymana Mekke li Îstenbolê destpêkir
PeyamaKurd – Peymana bergiriyê ya di navbera Tirkiye, Erebistana Saûdiyê û Pakistanê de ku hatibû îmzakirin, niha komita peymanê ya bergiriyê û siyasî ya stratejik cara ewilî li Îstenbolê civiya.
Di civînê de wê li ser mijarên hevkariya bergiriyê, hilberîna hevpar, Ar-Ge, têkoşîna bi terorê re û xebata hevpar ya artêşên her sê welatan biaxifin.
Komîta navborî ji wezîrê karên derve, wezîrên bergiriyê û serokerkanên her sê welatan pêk tê.
Ji Tirkiyê wezîrê karên derve Hakan Fidan, wezîrê bergiriyê Yaşar Güler û serokerkanê Tirkiyê Selçuk Bayraktaroğlu hene.
Di heyeta Pakistanê de wezîrê karên derve Muhammed İshak Dar, wezîrê bergiriyê yê federal Khawaja Muhammad Asif û serokerkan Mareşal Asım Münir hene.
Ji Erebistana Saûdiyê wezîrê karên derve Faysal bin Ferhan, wezîrê bergiriyê Xalid bin Selman û serokerkan Orgeneral Fayyad Bin Hamed Al-Ruwaili hene.
Di civînê de serikên wekî ewlehiya navdewletî û şiyanên firehkirina bergiriya her sê welatan hene.
Di îmzakirina peymana Mekke yê de, xalekî esasî heye; her êrîşeka here ser dewletekî ji her sê dewletan, dê weka êrîş çûbe ser her sê dewletan qebûl bibe.