Civîna li ser Sûriyê cara bê wê li Ankara be
Di civîna Astanayê ku li Rûsyayê çêbû encam da û biryar hat dayîn ku civîna bê di 4 ê nîsanê de li Ankara çêbibe.
Di civîna Astanayê ya vê carê de, wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu, yê Kazakistanê Kayrat Abdrahmanov, yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Îranê Cevad Zarîf hebûn. Biryara civîna bê ji aliyê her çar dewletan ve hat dayîn.
Wezîrê karê derve yê Kazakistanê Abdrahmanov di axaftina xwe ya di destpêka civînê de ragihand ku eger girtîyên di destê aliyan de bên berdan, kesên wendayî nasname ya wan bê tesbît kirin û cenazeyên terefan bên teslîmkirin, wê di navbera terefan de baweriyê çêbike. Wezîr her weha got ku van mijaran hemû di civîna do ya tejnîkî de li serê hatiye axaftin.
Abdrahmanov behsa hevdîtinên li Astanayê kir û got ku ew alîkarî didin hevdîtinên Cenevre yên di bin çavdêriya Neteweyên Hevgirtî lê li Sûriyê, li hinek deveran rewş xerabtir bûye. Abdrahmanov bang li Rûsya û Amerîkayê kir da pêvajoyeka aştiyê bidin destpêkirin.