Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî li Bexdayê destpêkir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Ali Falih ez-Zeydi li Bexdayê di civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî ya 52.em de axifî.
Zeydi ragihand ku Iraq hewlên di seha enerjiyê, torên rayên trênê, sîstemên gihandinê û di dan û sitendina dîjîtal de, tora di navbera wan sehayan de dane destpêkirin.
Zeydi got ku divê azadiya bazirganiyê, parastina rêyên bazirganiyê, korîdorên gihandinê yên navdewletî bê navber dewam bikin û bên parastin. Zeydi got ku Bexda ciyê hevdîtina medeniyetaye û Bexda raziye ku pêşwaziya mêvanan dike.
Zeydi ragihand ku krîzên herêmî û navdewletî dikin ku tev bi hevre tevbigerin û weha dewam kir:
“Ji bo parastina berjewendiyên xelkê xwe, ji bo xizmeta milletê û ji bo dahatûya nesla bê bixin binê garantiyê, pêwiste dewlet bêhtir bi hevre bixebitin.”
Zeydi behsa pirsgirêka Fîlîstînê kir û got ku mesela Filistinê di navenda şerê herêmê de ye. Iraq, ji şerên li herêmê bandora xwe girtiye, divê hevkarî zêdetir bibe û asta gengeşeyan kêm bikin û mafên Filistiyan bê naskirin.