TR KU SO
FB X
Cîhan

Clooney: 79 welatên ku ji bo têkosîna li dijî DAISê hatin ba hev, çima nikarin li Laheyê dadgehê ava bikin?

📅 24 nîsan 2019 12:32

PeyamaKurd – Çalakvana mafê mirovan û parêzera navdar Amal Clooney ji bo terorîstên DAIŞê ku li Sûriyê û Îraqê êzidî qir kirin û li dijî wan sûcên li dijî mirovahiyê kirin, bang li rayagiştî ya navdewletî kir û daxwaz kir ku ji bo darizandina wan dadgeheke navdewletî bihê avakirin.

Çalakvana mafê mirovan û parêzera navdar Amal Clooney li gel Nadia Murad a ku sala bihûrî Xelata Aştîyê ya Nobelê wergirtiye û niha li Ofîsa Sûc û Tawanan a Neteweyên Yekbûyî (UNDOC) dixebite axift û got, “79 welatên ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê hatin ba hev, çima nikarin li Laheyê yan jî li herêmê dadgehê ava bikin?

‘RÛSYA Û AMERÎKA DERBÊN GIRAN LI KONSEYÊ DAN: GER BEXDADÎ WERE GIRTIN DÊ LI KÛ WERE DARIZANDIN?’

Parêzvana mafê mirovan Amal Clooney wisa axivî: “Ger îro Bexdadî were girtin dê li kû were darizandin? Konsey, dikare wî radestî Dadgeha Cezayê ya Navdewletî (ICC) bike lê mixabin ev îhtimaleke lawaz e. Çimkî hikûmeta amerîkî dibêje ICC ji bo me miriye. Amerîka dibêje yên ku piştgiriya ICCyê bikin dê nikaribin têkevin Amerîkayê û dê mal û milkên wan were stendin û ew bihên desteserkirin. Herweha Rûsyayê jî derbeke giran li Konseyê da. Meha borî rayedarekî pilebilind ê rûsî ragihand ku ji niha û pê ve Rûsya bi tu awayî, dê tu mijarê nebe ICCyê û dê alîkariyê nede konseyê ku dadgehên navdewletî werin damezirandin.”

‘DAIŞÎ LI LAHEYÊ  YAN JÎ LI DADGEHA HIBRIT DIKARIN WERIN DARIZANDIN’

Clooney diyar kir ku eger li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya jî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê têkbirina DAIŞê ji bo darizandina tawanbaran nekeve dewrê dê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Laheyê dadgehekê ava bike. Clooney dibêje vebijarka din jî ‘dadgeha hibrit’ e.

‘TENÊ SERKEFTINA LEŞKERÎ NE ÇARESERIYEKE MAYÎNDE YE’

Cloony: “79 welatên ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê hatin ba hev, çima nikarin li Laheyê yan jî li herêmê dadgehê ava bikin? Armanca Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê têkbirina DAIŞê ye lê bêyî ku edalet were pêkanîn ev ne pêkan e. Tenê serkeftina leşkerî ne çareseriyeke mayînde ye.”

Parve bike: