TR KU SO
FB X
Cîhan

CNN: 7 welat li ser gaza Rojhilatê Deryaya Spî peymanê îmze dikin

Admin H
Nivîskar
📅 22 îlon 2020 18:20

PeyamaKurd – Televizyona Amerîkî CNNê ragihand ku tê çaverêkirin welatên Qibris, Yunanîstan, Îsraîl, Misir, Urdin, Îtalya û Filistîn peymana gaza rojhilatê Deryaya Spî roja sêşemê li Qahîreyê îmze bikin.

Li gorî nûçeya CNN ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyeke nehatiye eşkerekirin, tê gotin ku tê texmînkirin îro peyman were îmzekirin û ji bilî 7 dewletan ji bo welatên din ên beşdar bibin deriyê rêkeftinê vekirî dimîne.

Welatê Misirê bi însiyatîfekê wezîrên enerjiyê yên dewletên Rojhilatê Deryaya Spî û nûnerên Yekîtiya Ewropayê cara yekemîn di Çileya 2019an de vexwendibûn civîna wezîran li Qahîreyê ku heft wezîrên dewletên ku beşdarî avakirina peymana gaza rojhilatê Deryaya Spî bûne, beşdar bûbûn.

Her heft welat radigihînin ku armanca wan avakirina bazareke gazê li ser asta herêmî û pêşxistina pêwendiyên bazirganî ye.

Parve bike: