TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha Ceza ya Navdewletî tîmekî ji 42 kesan pêktê sand Ûkraynayê

Admin M
Nivîskar
📅 18 gulan 2022 01:58

PeyamaKurd – Serdozgerê Dadgeha Ceza ya Navdewletî Kerîm Xan ragihand ku bi îhtîmala ku Rûsya li Ûkraynayê sûcên şer dike an bike, bi mufettîş, pisporên tiba edlî û xebatkarên destekê 42 kesan şand Ûkraynayê. Dadgeha Cezayê ya navdewletî heya niha tîma xwe ya herî mezin şand Ûkraynayê. Serdozger Kerîm Xan li ser mijarê weha got:

“Ji bo lêpirsînên sûcên ku dikevin seha darizandina me wan pêşbixin û destekê bidin maqamên netewî yên Ûkraynayê, me 42 kesan ku ji mufettîş, pisporên edlî û xebatkarên destekvan pêkdihatin, şand Ûkraynayê û bicîh kir. Tîma ku me şandiye Ûkraynayê, ji damezrandina dadgehê heya niha tîma herî mezine ku diçe sehayê. Wê mufettîş êrîşên leşkerî yên ku di wan de sûc hene, wê îfadên li ser êrîşan bigrin, pisporên tiba edlî jî wê nexşeya tevgerên heyî yên bi delilin, derxin. Wê tîma me bi maqamên Ûkrayna re bixebitin. Yek ji armanca me ye ku em karibin wan kesên sax mane û ji bo malbatên mexdûran re di rêya dadweriyê de em karibin wan tesellî bikin.”

Berê jî serdozger Kerîm Xan di 13 ê nîsanê de, di wexta ku êrîşên Rûsyayê dewam dikirin, ji bo lêkolînan li ser sûcên ku Rûsya dike bikin, çûbû Ûkraynayê û bi serdozgera Ûkraynayê İrina Venediktova re li devera Kîevê, Buchayê lêkolînan kiribû.

Parve bike: