TR KU SO
FB X
Cîhan

Dadgeha Makezagonê 3 qanûnan betal kir

Admin M
Nivîskar
📅 01 gulan 2020 03:01

PeyamaKurd- Meclisa Tirkiyê her roj hinek qanûnan derdixe lê eger muxalefet tevlî qanûnê nebe û ne hemfikir be dikare li Dadgeha Makezagonê doz veke û îtîrazê bike. Li ser seredana partiya muxalif ya Tirkiyê ya Partiya Komarî CHP ê, dadgeh 3 qanûnan li dijî qanûna makezagonê dît û wan betal kir. Ew 3 qanûn ev in:

1.Qanûna ku derketibû û polîs li gor wê qanûnê dikaribû xwe bigihîne doneyên an agahiyên înternetê yên kesan, hat betal kirin.Ji niha û pê de wê polis nikaribe xwe bigihîne agahiyên şexsî.

2.Qanûnekî dinê ew e ku di derbarê sitendina îzna avakirina radyo û televîzyonan de ye. Eger MİT an rêvebiriya giştî ya hêzên asayîşê rapor bide û bêje filan serokê televizyon û radyoyê an ortaxê wan, têkiliya wan bi rêxistinan re heye, wê îzna wan nê dayîn û lîsansa wan ya heyî bê betalkirin.

3. Xebatkarên ku wê bo xizmeta giştî ya dewletê bên xebitandin, lêpirsîna ewlekariya wan heya niha dihat kirin. Dadgeh wê qanûnê jî betal kir.

Biryara dadgehê îro ji aliyê rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat weşandin û bû qanûn.

Parve bike: