Cîhan
Dadgeheke Rûsî neh sal cezayê zindanê da basketvana navdar ya Amerîkî
PeyamaKurd – Dadgeheke Rûsî neh sal cezayê zindanê da basketvana navdar ya Amerîkî Brittney Griner.
Li gor zanyariyan, dadgehê biryar da ku Griner bi zanebûn qalûnên elektronîk yên maruana anîne Rûsyayê.
Herwiha Serokê Amerîkayê Joe Biden nerazîbûna xwe li ser biryarê diyar kir û got, ew yek nayê qebûlkirin.
Brittney Griner ku du olîmpîyatan de du caran madalya zêrîn sitendibû û stêrka Yekîtîya Basketbol ya Netewî ya Jinan (Women's National Basketball Association/WNBA) e, di meha Sibatê de hatibû desteserkirin.
Hêjayî gotinê ye, doza Griner bûye xaleke girîng a krîza navbera Moskow û Washingtonê, piştî ku Rûsya di meha Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû.